اخبار

[اخبار][slideshow]
يتم التشغيل بواسطة Blogger.

Şervanên Cerablusê 3 tankên artêşa dagirker teqandin

Şervanên Cerablusê 3 tankên artêşa dagirker teqandin

CERABLUS – Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê 3 tankên din ên Artêşa Dagirker a Tirkiyeyê teqandin.

Li derdora gundê El-Emarnê yê dikeve başûrê bajarê Cerablusê şer dewam dike. Di vî şerî de li aliyekî hêzên Artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê û li aliyê din şervanên Melcîsa Leşkerî ya Cerablusê û tabûrên Şems El-Şemal cih digrin. Şervanan ku îro piştî nîvro tankeke artêşa dagirker teqandine, du tankên din jî rûxandin û hemû kesên di hundirê wan de hatin kuştin. Bi vê yekê heta niha sê tankên artêşa dagirker hatine teqandin.

Şerê li vê qadê ango li başûrê Cerablusê derketiye heta kêliya amadekirina vê nûçeyê jî dewam dikir.
kurdish Jurnalist Shiyar jemo   MEDIA SHIYAR JEMO

لاتنسى اشتراك بالقناتنا على اليوتيوب