اخبار

[اخبار][slideshow]
يتم التشغيل بواسطة Blogger.

OCALAN JI HEMÛ KESÎ RE RONAHÎ YE

وكالة انباء كردستان ANK24


Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca ji bo yekîtî, hevgirtin, demokrasî û azadiyê ya ji bo gelê
 kurd û hemû gelan bal kişand ser girîngiya rol û mîsyona Ocalan û destnîşan kir ku Ocalan di her serdemê de bûye xwedî roleke girîng. Uca diyar kir ku ji bo her kes bi ziman û çanda xwe bijîn, bi pêşengiya Ocalan têkoşîneke mezin a vejînê tê meşandin û da zanîn ku bi pêvajoya di sala 2013’an de bi pêşengtiya Ocalan hat destpêkirin re, hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn bi hêvî û bendewariyeke mezin berê xwe dane Ocalan û Ocalan ji bo hemû kesî bûye ronahî. Uca da xuyakirin ku tevî hemû astengiyan jî di 4’ê Nîsanê de li gundê Ocalan lê ji dayik bûye Amarayê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd hatiye pîrozkirin, daxwaza azadiya Ocalan hatiye bilêvkirin û ragihand ku pêwîste dewleta tirk û rejîma AKP’ê jî vê peyamê baş fêm bike û bibîne.

لاتنسى اشتراك بالقناتنا على اليوتيوب