اخبار

[اخبار][slideshow]
يتم التشغيل بواسطة Blogger.

KCKê bersiva Amerîkayê da:'Navcîtiya PKKê û Tirkiyeyê bike'




وكالة أنباء كوردستان ANK24 





47100

Endamê serokatiya KCKê Zubeyr Aydar bersiva banga balyozê Amerîka yê li Enqereyê da û ragihand ku bila Amerîka navcîtiye bike PKKê û Tirkiyeyê li hev bicivîne.

Navenda Nûçeyan — Endamê serokatiya KCKê Zubeyr Aydar bersiva banga balyozê Amerîka yê li Enqereyê da û ragihand ku bila Amerîka navcîtiye bike PKKê û Tirkiyeyê li hev bicivîne.
Duhî balyozê Amerîka yê Enqerê John Bass bang li PKKê kiribû ku şer bide sekinandin û vegere ser maseya diyalogê.
Li hemberî vê banga Amerîkayê, endamê serokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) û serokê Kongra Gel Zubeyr Aydar ji radyoya Dengê Amerîkayê re axivî û got: ‘Em girîngiyê didin bangên aştî û diyalogê lê divê ev bangawazî ji bo her du aliyan were kirin, ji bo ku du aliyên vî şerî hene, aliyek em in û aliyê din jî dewleta Tirkiyeyê ye.
Zubeyr Aydar ji Amerîkayê xwest ku di navbera PKKê û Tirkiyeyê de navcîtiyê bike û got: ‘Amerîka dikare Tirkiyê razî bike û vegerîne ser maseya diyalogê. Jixwe balyoz John Bass li Enqerê ye û navbera wî û Tirkiyê jî pir baş e, bila Tirkiyê razî bike û em li ser arîşeyên xwe gotûbêj bikin. Em ji bo vê yekê amade ne

ANK24 وكالة أنباء كوردستان 
YPG _YPJ YPS HPG YDG-H HPC PDK


لاتنسى اشتراك بالقناتنا على اليوتيوب