اخبار

[اخبار][slideshow]
يتم التشغيل بواسطة Blogger.

HPG: 7 leşker û efserek hatin kuştin




وكالة أنباء كوردستان ANK24 



0

HPGê ragihand ku navçeya Qilabanê ya Şirnexê şer derket û di encama şerî de 7 leşker hatin kuştin. Herwiha li Êlîhê jî efserek hatiye kuştin.

Navenda nûçeyan  — HPGê daxuyaniyeke belav kir û wiha diyar kir: "5ê Nîsanê, di navbera 09:00 û 10:00ê sibehê de, gerîlayên me çalakiyeke sabotajê li dijî tank û navgîneke bizirx pêk anî. Ew tank û navgîn diçû qereqola Seyidanê ya Qilabanê ya Şirnexê".
Daxuyaniyê wiha dewam kiriye: "Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di encama êrîşê de 7 leşker hatine kuştin".
Herwiha di daxuyaniyê de behsa operayona artêşa tirk li Êlîhê tê kirin: "Li navçeya Sasonê ya parêzgeha Êlîhê, 5ê nîsanê bi alîkariya balafirên bêmirov operasyon da destpêkirin û di operasyonê de, şer derket û di encama şerî de, efserek hat kuştin û 4 gerîlayan jiyana xwe ji dest da"





ANK24 وكالة أنباء كوردستان 
YPG _YPJ YPS HPG YDG-H HPC PDK


لاتنسى اشتراك بالقناتنا على اليوتيوب