اخبار

[اخبار][slideshow]
يتم التشغيل بواسطة Blogger.

YPG: Êrîşa çeteyan hate şikandin قوات حماية الشعب تتصدى للهجمات ارهاب

ANK24 kurdistan news 24


NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku komên çeteyan xwestine têkevin taxa Eşrefiyê, lê ev êrîşa wan hatiye şikandin û 3 çete hatine kuştin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ev agahî dan:

“Êrîşên komên çeteyan ên Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Ceyş El-Mucahidîn, Kombûna Festeqim Kema Emert û Nûreddîn Zenkî ya li dijî taxa Şêx Meqsûd a Halebê berdewam dikin.

Di çarçoveya van êrîşan de komên çeteyan 27’ê Adarê pişt nîvro xwestin ji herêmên Seken Şebab û Eşrefiyê têkevin taxê. Hêzên me di cih de bersivek tund dan çeteyan û êrîşên wan şikandin. Qasî hatiye zelalkirin di şerê herêma Seken Şebab de 2, di şerê herêma Eşrefiyê de jî endamekî çeteyan hatiye kuştin.”

لاتنسى اشتراك بالقناتنا على اليوتيوب